Tura duyemîn a hevdîtinên DYE-Îranê bi dawî bû

Tura duyemîn a hevdîtinên DYE-Îranê bi dawî bû, hat plankirin ku tura sêyemîn wê di saetên pêş de bê kirin.

Medyaya dewleta Îranê ragihand ku du turên hevdîtinên di navbera tîmên danûstandinê yên DYE û Îranî de li Îslamabadê ya Pakistanê hatine lidarxistin û hat plankirin ku tura sêyemîn wê di saetên pêş de bê kirin. Rayedarek Qesra Spî jî piştrast kir ku hevdîtin berdewam dikin. Medyaya Îranê îdia kir ku ji ber "daxwazên zêde" yên aliyê DYE’yê llihevnekrina statuya Tengava Hurmuzê pêvajo tengav kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu dema ku hevdîtin berdewam dikirin got, "Şer hîn bi dawî nebûye."